Çapemeniya DYE: Êrîşên Îranê ji texmînan zêdetir zirar dan

Li gorî NBC Newsê, êrîşên Îranê yên li ser baregehên DYE yên li Kendavê zirarek mezin çêkiriye; baregeheke li Kuweytê bi balafireke şer a F-5 hat xistin.

NBC News ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, ragihand ku Îranê di rojên destpêkê yên şer de ji ya ku dihat texmînkirin zêdetir zirar daye baregehên Emerîkî. Di nûçeyê de, hat gotin ku pîsta balafiran, radar û pergalên ragihandinê li baregehên wek Urdun, Kuweyt, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Erebistana Siûdî hatin hedefgirtin.

Li gorî rayedarên DYE, lêçûna zirarê dikare bigihîje 5 milyar dolarî. Ev rewş îdiayên ku dibêje hêza hewayî ya Îranê qels e, kir mijara nîqaşê.

BALAFIREKE KEVN A EMERÎKÎ DI ÊRÎŞÊ DE HAT BIKARANÎN

Hat îdiakirin ku Îranê bi balafireke şer a modela kevin a F-5 êrîşî baregeheke DYE li Kuweytê kiriye.

SURPRÎZÊN TAKTÎKÎ

Hat îdiakirin ku Îranê bi firînên nizm û bombeyên hêsan parastina hewayî derbas kiriye. Pisporan, gotin ku taktîk bi qasî teknolojiyê girîng in.

NIRXA SEMBOLÎK A ÊRÎŞÊ

Hêjayî gotinê ye ku balafirên F-5, ku DYE di salên 1960’î de firotiye Îranê, hîn jî tê bikaranîn. Analîst, dibêjin ku ev êrîş dikare îdiaya DYE ya serdestiya hewayî li herêmê ne tenê ji hêla leşkerî ve, di heman demê de ji hêla sembolîk ve jî qels bike.